Metin Kayaoğlu: Xelekeke nû li şoreşa Kurdistanê zêde bû: YDG-H

Yazan

 

‘Xelekeke nû li şoreşa Kurdistanê zêde bû: YDG-H’

 

Evîndar Tekîn

 

Li Bakûrê Kurdistanê, li aliyekî bi daxuyaniyên çapemeniyê xwerêvebirin tên ragihandin û pê re jî hevserok û xebatkarên şaredaran û endamên partiyan tên girtin, li aliyekî jî hêzeke nû li hin tax û navçeyan bi rêya çekdarên ciwan xweseriya parastinê dixin pêş. YDG-H, ango Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz, di warê têkoşînê de qonaxeke nû vekiriye. Nivîskar û edîtorê kovara Teori ve Politika’yê Metin Kayaoğlu, vê hêza nû ya bi navê YDG-H dahûrand û got ku YDG-H, berîdaniyeke şoreşgerî û taktîkî nîne, înîsiyatîfeke bunyadiyeke şoreşger e û digel hin pirsgirêkên destpêkê xelekeke nû li şoreşa Kurdistanê zêde kiriye.

‘Bakur û Rojava ketiye pêvajoyeke yekgirtî’

Nivîskar û edîtor Metin Kayaoğlu, têkilî û şibandina tevgera Bakur û Rojavayê nirxand û got ku berî çend salan fikirandina şoreşa Kurdistanê wek şoreşeke yekgîrtî xeyal bû lê îro rastiyekê ye û Bakur û Rojava ji şibandina hin hêmanan wirdetir, ketiye pêvajoyeke yekgirtî û wisa domand: “Pira biratiya di navbera Bakur û Rojavayê de avantajeke bêhempa didin hevdu. Ji destpêkê ve em dizanin ku Rojavayê çawa xwînê veguhestiye têkoşîna Bakur û derfetên çawa dayê. Xwîna bi hezaran gerîlayên Rojavayî li li axa Bakur rijiyaye û digel vê Bakurî jî xwîna xwe li axa birayên xwe dirijînin. Kurdistan, bi xerca xwînên tên rijandin re dibe yek.” Kayaoglu destnîşan kir ku gelê Rojavayê, mecbûr nema ku gava rastî valahiyeke îqtidarê were bi ceribandinê hîn bike ku çi bike, ezmûneyên leşkerî û birêxistinî û bîrdozî yên ku Tevgera Bakurê Kurdistanê ya ku amade kiribû lê derfeta çespandina bi her aliyê ve nedîtibû, bilez bi dest xist û di nav şert û mercên şênber de bi awayekî şênber çespand û li Bakurê jî êdî dikaribû dewlemendiya ezmûneyî ya Rojavayê li Bakur jî binirxîne û ji bo vê jî hewce nema ku zahf li bendê bimîne û wisa domand: “Valahiya peşkî ku di pêvajoya çareseriyê de li hin bajaran bi peşkî hat bihêzkirin bilezûbez hat dagirtin. Ji vê hêlê ve ezmûneya Bakur dişibe Rojava. Li Rojavayê jî bi pîvekeke mezin valahiyek ava bûbû, li Bakurê jî Tevger, gava valahiyeke peşkî an kêmbûneke desthilatiyê peyda dibe, bi hêza xwe, bi zora xwe, bi civakîtiya xwe qadekê vedike û hewl dide ku  vê yekê konsolîde bike. Eşkere ye ku îşê Bakuriyan ji hêla teknîkî ve dijwartir e çimkî hêza T.C.’ê li vî aliyê zêdetir e.” Kayaoğlu got ku êdî konjonktur ev e ku bavanên mezin ên T.C.’ê nikare bayê zeft bike lê Tevgera Kurdistanê hema bêje ji çiziyê jî pêş dikeve, li her herêmê Tevgera Kurdistanê bilindtir dibe, li hemberî wê T.C. her ku diçe dadikeve, li Bakurê Kurdistanê paşvexistina desthilatdariya biyaniyan bi deh salan in ku bi çewsandina tîkî ku ji binê ve pêk dihat, di vê konjonkturê de çewsandina berwarkî ku ji Rojavayê tê lê zêde bû. Rojava ne tenê wek ezmûneyeke têkoşînê û çespandina nimûnekekê, di qada navneteweyî de wek kirdeyeke ku nasnameyeke hiqûqî bi dest xistiye, T.C.’yê dihejîne û paş ve dixe û ev paşvexistin dîrekt bandorê li Bakur dike.

‘YDG-H ne berfirehbûyîna Gerîla ye, hêzeke nû ye’

Metin Kayaoğlu bunyada rêxistina YDG-H’ê nirxand û got ku carinan daneyên enformatîk bo dîtina nûjeniya bunyadî dibe asteng ku ji gotinên Fermandarê Giştî yê HPG’ê Murat Karayılan jî diyar e; ku gotibû têkiliya gerilayan bi bajaran ve weke ‘têkeve-derkeve’ ye û kirpandibû ku YDG-H, hêzeke nû ye ku hebûna xwe ji dewletê, civaka kurd û Qendîlê re daye qebûlkirin û li gor wî pêvajoya li bajarên ku xweserî hatiye ragihandin destpê kiriye, teşeyeke siyasî girtiye û diyar e ku ev gotin ji bo xweparastina ji tadeya dewletê neanîne ziman. Kayaoğlu destnîşan kir ku YDG-H wek tevgera ciwanên çekdar, weke hêzeke nû ya ji bajaran derçûye ye û divê wek berfirehbûna gerîlayan ber bi bajaran ve neye fahmkirin û wisa domand: “Alikariyên gerîlayan vê rastiyê tune nake. Diyar e ku YDG-H, bi esasî hebûna xwe daye qebûlkirin û bi hebûna xwe, xwe xistiye hiyerarşiya birêxistinî ya mezin a Tevgerê. YDG-H û rêxistinên girêdayî wê, tê wateya mezinbûna polîtîk, birêxistinî û leşkerî ya Tevgera Kurdistanê û divê bê pîrozkirin.”

Înîsiyatifeke bunyadî û şoreşger: Xwerêvebirin û Xweparastin

Kayaoğlu, xwerêvebirin û xweparastina ku van rojan li hin bajarên Kurdistanê tê ragihandin pênase kirin û got ku xwerêvebirin û pêşemerca wê xweparastin; berîdaniyeke şoreşgerî û taktîkî nîne, înîsiyatîfeke bunyadiyeke şoreşger e, şoreşa Kurdistanê bi ezmûneyên xwerêvebirinê pêş ve çûye û ev yek, ji bo pêvajoya çareseriyê ya dibe ku di sibêojê de dîsa bikeve rojevê dê li hemberî aliyê din dê bibe destkeftiyekê û digel pirsgirêkên destpêkî, xelekeke nû li şoreşa Kurdistanê zêde bûye û  vegera vî tiştî tune û wisa domand: “Yek ji nîşaneyên berfirehiya Tevgera Azadiya Kurdistanê ev e ku qadên ‘demokratîk’ û ‘şoreşgerî’ carinan digel xwezayiyên xwe yên nakok bi hev re ne. Ji ber vê, digel ku ragihandinên xwerêxistinan bi daxuyaniyên çapemeniyê xwediyê wateyekî şoreşger nîne, bi wateya ‘siyaseteke demokratîk’ jî watedar nîne. Wisa xuya dike ku ev yek ne tenê ‘neguncavbûna konjonkturî’, di heman demê de neserkeftîbûneke kirdeyî ye.” Kayaoğlu destnîşan kir ku siyasetmedarên kurd ên di qada siyaseta demokratîk de ne, “xwerêvebirin”ê wek “şaredarîtiyeke berfirehkirî” fahm dikin, PKK û YDG-H jî di vê fahma şaş de ne ku dibêjin qey xwerêvebirin di nav demeke kurt de wê xwe bigihîne sazîbûneke civakî, lê ‘pratîka xwerêvebirinê’ ku bi ewlayî û hebûna YDG-H’ê tê meşandin, bi tena serê xwe destkeftiyeke mezin e.

‘Rêvebirineke bi şerî bidestxistî, ji xwerêvebirinê wirdetir e’

Kayaoğlu got ku; şeweya şoreşger a xwerêvebirinê, di rastiyê de li hemberî dewleta navendî ye ku ji mentiqa xwerêvebirinê derbasbûyî ye û bi awayekî statîk, xwerêvebirin, parvekirina desthilatdariyê ya ku bi erêdanîna hêza navendî bi awayekî sînordarkirî bi yekeyên herêmî re tê parvekirin; lê rêvebirineke bi şerî, ku bi darê zorê jê hatiye veqetandin têgiha xwerêvebirinê dihêjîne û jê derbas dibe lê çi dibe bila bibe, li herêmên di bin sîwana rêvebirina navendî an herêmî de jiyana rojane ya gel divê bidome û aşkere ye ku bi daxwaza T.C.’ê di nav şerî de ev tişt ne pêkan e, lewre ji herêmên ku şer lê heye xuya dibe ku êrîşa dewletê bi mebesta felckirina jiyana rojane ye û di vî warî de jî serkeftî ne û wisa dom kir: “Divê neyê jibîrkirin ku li herêmên piçûk ên tecrîdkirî nikarin têra xwe bikin û berpirsiyariyên xwe yên civakî bînin cih. Lê, ev pêvajoyekê ye û pêvajoyên şoreşger bi gelemperî bi vî awayî dimeşin: raperîn, sekinandin û li gor rewşa nû bidestxistina îstîqrarê û cardin raperîn. PKK heya niha wisa kir. Li Şengal û Rojavayê valahiyek hebû û Tevgera Kurdistanê ew valahî dagirt lê li Bakur valahî bes bi dahfandina T.C.’yê ya bi zorê dikare were peydakirin.”

 

Ev hevpeyvîn li ser daxwaza rojnameya BasNûçe hatibû kirin bes nehatibû weşandin.

Okunma 6375 defa
Apertura de cuenta bet365.es